Brahîmê Alûcî

@brahimaluci.bsky.social

Jiyan bi kurdî xweş e. ژیان ب کوردی خوەشە زمانی ئێمە شەرەف و نامووسی ئێمەیە Zimanê me, şeref û rûmeta me ye https://brahimaluci.blogspot.com/?m=1

Ji heft xêran, xêrek nema. Gotina çolan, bavêjin golan. Neke bi serê kesan, wê bê pêşiya nefsan. Derda xwe da ser derda, porê spî tepik serda. Heta ku rovî mîr be û tajî jî kizîr be; hûn mêvana li deriyê mala xwe nabînin. Gotinên Pêşiyan

Bild

Hozan Şiyar/Şiyar Farqînî (Farqîn/Silîva, 1953 - Stockholma, 2001), hunermend, bestekar, stranbêj û muzîkjenekî kurd ê navdar e. Bi gotinên xwe yên tijevîn û têrramîn di mûzîka kurdî de hatiye naskirin û stranên wî yên wekî "Şîrîna Min", "Lê Canê", "Dilê Min Dilekî Dîn e" û "Çemo" gelekî navdar in.

Bild

Mixabin, piraniya bindestan, dibin xulamên fikir û ramanên xwe; ango fikir û ramanên xwe weke "xwe", weke xwebûna xwe û nasnameya xwe dibînin. Bi gotineke din, fikir û ramanên xwe dikin Homa û Xwedayê xwe; loma herçiqasî ew fikir û raman bixwe dijminê wan be jî, gava tu wan fikir û ramanan +++

Bild

Ji gundê Qûbikê (Qoser) mirovekî bi navê Ehmedê Nazê heye. Xelk wî weke dêhn (dîn) dibînin. Gundê Qûbikê nêzî Rêya Hevrîşimê (Îpekê), Qezê, Birêmiyê, Tinişir, Girmelêba û hwd ne. Rojekê ez li ber kuleka (pêz) bûm. Min dît erebeyek ji aliyê Wêranşar hat û li ber min sekinî û Ehmedê Nazê jê peya bû..

Bild

Goran (Ebdulla Silêman/گۆران (عەبدوڵڵا سلێمان)), (1904-1962), wekî bavê helbesta nûjen a kurdî tê nasîn. Di helbesta kurdî de şoreşeke mezin kir. Wî wezna erûzê ya erebî ku sedsalan di helbesta klasîk de dihat bikaranîn da aliyekî û li şûna wê wezna kîşê xwemalî ya kurdî xist nav edebiyata kurdî.

Bild

Berhemek li dijî dagirkirina hiş: ‘Gotinên Derûnkolerî’ hat weşandin Derûnnas û nivîskar Brahîmê Alûcî, bi e-pirtûka xwe ya nû ya bi navê “Gotinên Derûnkolerî” ku di nav Weşanxaneya Çandnameyê de derçû, berhemeke taybet پیشkêşî cîhana kurdî dike. Pirtûk bi nêzîkayî.. berwarnews.com/gotinen-deru...

E-pirtûka Nû ya Brahîm Alûcî ‘Gotinên Derûnkolerî’ Derçû

Derûnnas Brahîm Alûcî bi e-pirtûka xwe ya nû “Gotinên Derûnkolerî” ronahiyê dide ser derûniya mirovê bindest û zimanê kurdî.

berwarnews.com

Çav sûretê dilan e. Cawê malê erzan e. Dem jî zer e, pê re here. Felek çerx e, çep û rast dizîvire. Her kes ji nefsa xwe re dixwaze. Agirê di kuçkan (tifik) de timî germ e. Bavê xwe bi "bîr" bîne, gunehê xwe bi "xwe" bîne. Gotinên Pêşiyan

Bild

E-pirtûka ‘Gotinên Derûnkolerî’ der çû Derûnnas û nivîskar Brahîm Alûcî, bi e-pirtûka xwe ya nû ya bi navê “Gotinên Derûnkolerî” ku di nav Weşanxaneya Çandnameyê de derket, ronahiyê dide ser derûniya mirovê bindest û mekanîzmayên dagirkirina hiş. ajansawelat1.com/e-pirtuka-go...

E-pirtûka ‘Gotinên Derûnkolerî’ der çû

Derûnnas û nivîskar Brahîm Alûcî, bi e-pirtûka xwe ya nû ya bi navê “Gotinên Derûnkolerî” ku di nav Weşanxaneya Çandnameyê

ajansawelat1.com

E-pirtûka "Gotinên Derûnkolerî" derketiye Weşanxaneya Çandnameyê e-pirtûka "Gotinên Derûnkolerî" ya derûnnas Brahîmê Alûcî weşandiye. Ev berhevoka ku ne roman e û ne jî xebateka akademîk e, ji sedan aforîzmayên li ser derûnîya mirovê bindest pêk tê. www.botantimes.com/e-pirtuka-go...

E-pirtûka "Gotinên Derûnkolerî" derketiye

Weşanxaneya Çandnameyê e-pirtûka "Gotinên Derûnkolerî" ya derûnnas Brahîmê Alûcî weşandiye. Ev berhevoka ku ne roman e û ne jî xebateka akademîk e, ji sedan aforîzmayên li ser derûnîya mirovê bindest ...

botantimes.com

Li cem me, li Xerafê Jor (Qoser/Dinêser) — Xwedê rehmê li miriyên we bike û li wî jî bike — mirovekî çê û dilpak, bi navê Ehmed Kêfo hebû. Dema ku digotin "filan parlementer gotiye: ez ê riya we çêbikim, wisa bikim, werê bikim û wilo bikim," Ehmed Kêfo digot: "derew, derew, derew."

Bild

e-Pirtûka ‘Gotinên Derûnkolerî (Psychoanalysis)’ Derket Ev ne tenê e-pirtûkeke derûnnasî ye bi wateya akademîk a peyvê. Belê, di navbera rêzikên vê pirtûkê de, tu yê Freud, Lacan, Winnicott û Fanon bibînî; lê tu yê di heman demê de tiştekî din jî bibînî — dengê wan .. candname.com/e-pirtuka-go...

e-Pirtûka ‘Gotinên Derûnkolerî (Psychoanalysis)’ Derket - ÇandName

Bi PDFî daxîne an jî e-pirtûk bixîne   PDF Daxîne          e-pirtûk Ev e-pirtûk ne e-pirtûkeke ku me

candname.com

Ên bi 'eqil hebûn, lê bi namûs tune bûn. Qîza min, peyayê ku xwe bifroşe ji jinka kerxanê xirabtir e, çima jinka kerxanê xwe difroşe, ew miletê xwe difroşe. Tu xwe bifroşî li ku û milet bifroşî li ku! Apê Osman Sebrî

Bild

Mehemed Malmîsanij (gundê Dêran, Pîran, Amed, 1952 - ), pêşeng û damezrînerê herî girîng ê edbiyat û zimannasiya Kurdiya Zazakî/Kirmanckî ye (heta kurdiya kurmancî ye). Di warê standardkirin û pêşvebirina şêwezar û zaravayê Zazakî de xwedî kedeke bêhempa ye. +++

Bild

Mîxo çû, rîxo hat. Dawiya derewan nîn e. Her dîk mîrê koxa xwe ye. Çiqasî dûr e, hewqasî nûr e. Xwedê kesî neke nav dest û lingan. Xwedê mala mezin biçûk neke, ya biçûk jî mezin neke. Gotinên Pêşiyan Wêne: HÇ (AI) - Hişê Çêkirî

Bild

Aqilê sivik, barê giran. Ar, ji kesê nezan re bar e. Bar bikeve, ji xwedî pê ve kes tine ye. Dinya xan e, bazirgan bar dike û xan dimîne li şûnê wan e. Gotinên Pêşiyan Wêne: HÇ (AI) - Hişê Çêkirî

Bild

Birûsk Tûganî (Colemêrg, 1968- Fransa, 2016), welatparêz, wergêr û rojnamevanekî kurd î hêja bû. Li Dengê Amerîkayê (Voice of America, VOA) yê Beşa Kurdî yê Washingtonê dengekî navdar bû. Li Parîsê endamê redaksiyona televîzyona Kurd1ê kir. Sekreterê Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê bû. +++

Bild

Resoyê Dengbêj (Resoyê Gopala), (gundê Gopala, Erzirûm, 1902 - Mûş, 1973) yek ji mîr û hosteyên herî mezin ê hunera dengbêjiyê û kevneşopiya (ekol) Serhedê ye. Reso şagirtê dengbêjê mezin Ferzê ye. Ferzê bixwe jî şagirtê Evdalê Zeynikê bû.

Bild

Aram Tîgran (Qamişlo, 1934 - Atîna, 2009) hunermend û bestekarê navdar ê muzîka kurdî ye ku bi kok û eslê xwe Ermenî ye. Bi dengê xwe yê nerm, bi kemençe, ûd û cûmbûşa xwe, di dilê kurdan de cihekî gelekî berz ji xwe veqetandiye.

Bild

Maqûlî, bêxesar nabe. Hebûn, qiloçên mêran e. Şeytanê mirov jî mirov e. Ma bavê kê ji kê zêde ye? Nabêjin kê kir, dibêjin kê got. Gotinên pêşiyan Riya sereke ya xwebûnê (self) ziman e. Wêne: Hişê Çêkirî - HÇ (AI)

Bild

Mestûre Kurdistanî-Erdelanî / Mah Şeref Xanim (Sinê, 1805 – Silêmanî, 1848) Ew weke yekem jina dîroknivîs (ku dîroka mîrgeha Erdelanê nivîsiye), helbestvan û nivîskara Kurd û Rojhilata Navîn tê qebûlkirin. "Giriftarim be nazî çawekanî mestî fettanit, Birîndarm be tîrî sînesûzî nêşî mujganit."

Bild

Carinan em "xwe" ne bi çavên xwe, lê bi çavên yên-din li "xwe" dinêrin, dinirxînin û dibînin. Mirov tenê bi axaftinê xwebûna xwe nade der; bi zimanê ku pê diaxive jî nîşan dide ku ew "xwe" çawa ava dike. Gotinên derûnkolerî (psychoanalysis) Wêne: e-pirtûk di demeke nêz de

Bild